Cîhan

Tirkiyê bû hevparê diziya genimê Ukraynayê

NAVENDA NÛÇEYAN – Rayedarên Ukraynayê diyar kirin ku Rûsiyê genimê welatê wan diziye û fotiye hin welatan ku Tirkiyê jî yek ji wan e.

Balyozê Kîevê yê li Enqere Vasyl Bodnar duhê Înê diyar kir ku hin welatiyên Tirkiyê di nav wan kiryaran de ne ku genimê ku Rûsya ji Ukrayna diziye dikirin.

Bodnar got: Rûsya bi awayekî bêşerm genimê Ukrayna didize û ji Kirima dagirkirî derdixe, piştre jî van dexlan dişîne welatên derve, Tirkîye jî di nav wan welatan de ye.

Vasyl Bodnar ragihand ku wî ji Tirkiyê alîkarî xwestiye ku werin kesên berpirsên wan kiryarane tespît kirin û girtin.

Bodnar got: Wî bi berdewamî da zanîn ku Ukrayna bi Tirkiyê û Înterpolê re bo dîtina sûcdaran dixebite.

“Me bang li Tirkiyê kir ku alîkarîya me bike û li gor ragihandina karbidestên Tirk di derbarê kesên ku genim didizin û difroşin de dozên tawanbariyê werin têne vekirin,”

Bolyozê Ukraynî herwiha eşkere kir ku keştiyên ku tevlî veguhestina genimên dizî bûne keştiyên bi navên Nadezhda, Finikia, Sormivskiy, Vera û Mikhail Nenashev in.

Balyozxaneya Ukrayna ya li Beyrûtê vê hefteyê ji Reutersê re gotibû, Rûsya nêzî 100 hezar ton genimê dizî ji Sûrîyê re şandiye.

Nêzî yek ji sê para hewcedarîya tevahîya genim ya cîhanî ji Rûsya û Ukrayna tê peyda kirin.

زر الذهاب إلى الأعلى