Kurdistan

NY dibêje ji ber mayînan nîvê xelkê Sûriyê di bin xeteriyê de ne

NAVENDA NÛÇEYAN- Ofîsa Bernameya Hevahengiya Karûbarên Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî di raporeke nû de ragihand ku nîvê xelkê Sûriyê di bin metirsiya teqînan de ne.

Di raporê de hat destnîşankirin ku nêzîkî 300,000 ji cebilxaneyên curbicur hîn razayî ne û heta niha ne teqiyane.

Herwiha raporê tekez kir ku ji sedî 50 ji niştecihên hundirê Sûriyê di bin metirsiya teqîna nêzîkî 300,000 cebilxaneyên teqîner de ne ku di şerê 11 salên borî de ne teqiyane.

Di raporê de hat xuyakirin jî ku di sala 2020’an de rojane bi navînî 76 bûyerên teqemeniyê hatine tomarkirin, ev yek di heman demê de her 20 deqeyan yek bûyerek e.

Ji aliyekî din ve, Tora Sûrî ya Mafên Mirov di raporekê de ku destpêka meha borî bi boneya roja cîhanî ya haydarbûna ji metirsiya mayînan belav kir, diyar kir ku Sûriyê yek ji xirabtirîn welatên cîhanê ye di rêjeya mayînan de û ji cihekî ne diyar e û bal kişand ku 2,829 sivîl, ji wan 699 zarok, ji sala 2011an ve li Sûriyê bi mayînan hatine kuştin.

Dezgeha Çalakiya Mayînan ya Neteweyên Yekgirtî raporên qurbaniyan hevrêz kir û 12,345 qurbaniyên bermîlên teqîner li Sûriyê di navbera 2013 û 2020 de tomar kir, ku di encamê de 4,389 mirin û 7,956 birîndar bûn.

زر الذهاب إلى الأعلى