Kurdistan

Volodimir Zelensky: Emê têkoşîna xwe dewam bikin ji bo dagîrkeran ji xaka xwe bavêjin

NAVENDA NÛÇEYAN Serokê Ukraynayê Volodimir Zelensky li ser hesabê xwe yê Telegramê 110 rojên şer eşkere dike û dibêje, Hêzên Çekdar yên Ukraynayê li herêma Donbasê operasyonên serkeftî dike.

Ji bo hemû axa Ukraynayê ya ku ji aliyê Rûsyayê ve hatiye dagîrkirin were rizgrkirin Volodimir Zelensky dibêje emê têkoşînê bidomînin.

Zelensky tekez kir ku di nav 110 rojan de li herêmên başûr wan dîsa kontrol hilda destê xwe, beşeke mezin ya herêma Kharkivê ji destê dijminên xwe rizgar kirine û dibêje, Gelemperî ji 1000î zêdetir cih û war hatin rizgarkirin, êrişên dagîrkeran yên li başûrê Ukraynayê hatin rawestandin.

Zelensky got, şerê li Donbasê teqez wê yek ji wan şerê herî dijwar yê li Ewropayê ji bo Ewropayê hat kirin bikeve nav pelên dîrokê.

Zelensky piştrast kir jî ku xeta eniyê ya li Ukraynayê di şer de 2 hezar û 500 kîlometreyî derbas kiriye, ji bo ew dewam bikin û hemû axa xwe rizgar bikin tu rêyeke din li ber wan tune û got ew dê dagîrkeran ji nava xaka we bavêjin.

زر الذهاب إلى الأعلى