Kurdistan
Pêngava “hashtag” ji bo qedexekirina balafirên Tirkiyeyê yên li ser asîmanê Rojavayê Kurdistanê dest pê kir

NAVENDA NÛÇEYAN_Îro danê êvarê li ser medyaya civakî pêngava”haştag”ê hat destpêkirin û tê de banga qedexekirina asîmanî li ser geştên esmanî yên Tirkiyê li ser esmanê Sûriyê hat kirin.
Destpêkirina kampanyayê piştî wê yekê hat ku 33 partî û hêzên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê ji Hevpeymaniya Navdewletî û Federasyona Rûsyayê deynê xwe ji bo herêma bêfirokevan li Sûriyê ragihandin.
Herwiha bi hezaran çalakvanên medyaya civakî, siyasetmedar û rojnamevan li Bakurê Sûriyê, tevî kesayetên Ereb û biyanî, tevlî pêngava “haştag”ê bûn ku daxwaza qedexekirina firokeyên Tirkiyê li esmanê Rojava kirin.