Cîhan

Nirxê lîreya Sûrî û zêr li Sûriyê dakeT

NAVENDA NÛÇEYAN- Hate eşkerkirin ku nirxê lîreya Sûriyê li hember dolarê Amerîkî daket û li Sûriyê nirxê zêr jî daket.

Li gor malpera lîreya sûriyê, di danûstandinên îro Çarşemê 27-07-2022 de nirxê lîreya Sûriyê li hember dolarê Amerîkî daket û li Sûriyê nirxê zêr jî daket.

Li gorî Banka Navendî ya Sûriyê, niha nirxê dolar 2814 lîreyên Sûriyê ye, ku di 13ê Nîsana 2022an de hat diyarkirin, piştî ku nirxê wê ji Nîsana 2021ê ve bi 2525 lîreyên Sûriyê re aram bû.

Bihayê zêr îro li Sûriyê wiha ye: Bihayê gramek zêr li Sûriyê hat tomarkirin (172 hezar û 898 lîreyên Sûrî – 18 karat) û (201 hezar û 595 lîreyên Sûrî – 21 karat).

زر الذهاب إلى الأعلى