Civak

Xuriya Meymûnê gihiştiye Tirkiyê û 5 kes pê ketin e

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê Tenduristî yê Tirkiyê Fahrettin Koca ragihand ku li Tirkiyê 5 haletên nexweşiya Xuriya Meymûnan hatine dîtin û ji wan 4 kes baş bûne, lê yek kes hê di kerentînê de ye.

Koca bal kişand li ser rewşa nexweşan û dibêje, “Heta niha li welatê me 5 nexweşên Xuriya Meymûnan hatine tomarkirin. Ev 5 kes hatin kerentînekirin û di encama xebata me de 4 kes baş bûn lê nexweşek heta niha jî di kerentînê de ye.”

Bi mijarê ve girêdayî, Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) heta niha ji 75 welatan zêdetirî 16 hezar haletên nexweşiyên Xuriya Meymûnan piştrast kirine û ji ber vîrusê 5 kes mirine.

زر الذهاب إلى الأعلى