CîhanKurdistan

Cîgirê Serokê Senatoya Fransa pêşwaziya şandeyeke Rêveberiya Xweser kir

NAVENDA NÛÇEYAN – Cîgirê Serokê Senatoya Fransa îro Çarşemê li paytexta Fransa Parîsê pêşwaziya şandeke “Dayreya Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser” kir.

Malpera fermî ya dayreyê belav kir ku di civînê de rewşa giştî li bakur û rojhilatê Sûriyê, û zehmetî û astengiyên herî diyar ên li pêşiya Rêveberiya Xweser hate gotbêjkirin. Her wiha êş û azarên mezin ên xelkê di encama “dorpêçkirina li ser herêmên rêveberiyê û gefên Tirkiyê û rêxistina terorîst a DAIŞê û şaneyên wê yên razayî.

Her wiha hate zanîn ku şandeya Rêveberiya Xweser pesna destpêşxeriya parlamenterên Fransî û endamên Senatoya Fransî, di nav wan de Senator Pierre Laurent da, ku daxwaza danîna herêmeke bêfirîn li ser bakurê rojhilatê Sûriyê dike ji bo parastina wê ji binpêkirin û gefên Tirkiyê. Her wiha daxwaza naskirina fermî ya Rêveberiya Xweser kirin.

Di heman demê de senatorê Fransî Laurent piştevaniya xwe û hevkarên xwe bi Rêveberiya Xweser û niştecihên bakurê rojhilatê Sûriyê re nîşan da û tekez li ser piştgirî û piştevaniya wan û piraniya endamên parlamentoya Fransa ji Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriya Demokratîk re kir.

Senatorê Fransî tekez kir ku pêwîst e rê li her êrîşekê li ser Bakurê Sûriyê bê girtin, ji ber ku dê bibe sedema karesatên mirovî û têkdana aramiyê û ewlehiyê, û tekez kir ku her êrîşek dê têkeve berjewendiya  DAIŞê.

زر الذهاب إلى الأعلى