Cîhan

Li  girtîgehên  Tirkiyê di nava 3 mehan de hezar û 589 binpêkirin qewimîne

NAVENDA NÛÇEYAN– Komeleyeke Mirovî li Tirkiyê diyar ki ku di 3 mehên dawî de li 17 girtîgehehên Tirkiyê hezar û 589 binpêkirin qewimîne. 

Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê “Rapora Binpêkirinên Mafan ên li Girtîgehên Herêma Marmarayê” ya sê mehên dawî bi raya giştî re parve kir. Rapor bi civînek çapemeniyê li avahiya ÎHD’ê hat eşkerekirin. Rêveberên ÎHD’ê tev li daxuyaniyê bûn. Rêveberên ÎHD’ê diyar kirin ku wan raporê bi rêya faks û nameyên girtiyan, serlêdanên parêzer û malbatan ên derbarê binpêkirinan de amade kirine. 

Di raporê de binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Silîvriyê, Girtîgeha Tekîrdagê ya Jimara 1 û 2’yan a Tîpa F’yê, Girtîgeha Kandirayê ya Tîpa F’yê, Girtîgeha Metrîsê ya Jimara 2’yan, Girtîgeha Bakirkoyê ya Jinan, Girtîgeha Bandirmaya Balikesîrê ya Jimara 1’an a Tîpa T’yê, Girtîgeha Gebzeyê ya Jinan, Girtîgeha Denîzliyê ya Tîpa T’yê, Girtîgeha Elmaliya Antalyayê ya Vekirî, Girtîgeha Maltepeyê ya Jimara 1’an, Girtîgeha Sîncana Enqereyê ya Ewlehiya Bilind, Girtîgeha Panosê ya Vekirî, Girtîgeha Bunyana Kayseriyê ya Jimara 1’an a Tîpa T’yê, Girtîgeha Burhaniye ya Balikesîrê ya Tîpa T’yê, Girtîgeha Bodrûmê yaTîpa S’yê û 17 girtîgehên din cih têde girtin. 

Li gorî raporê, di mehên nîsan, gulan, hezîranê de li Girtîgeha Gebzeyê ya Jinan 43 serlêdan, li Girtîgeha Silîvriyê 16 serlêdan, li Girtîgeha Tekîrdagê ya Jimara 1 û 2’yan a Tîpa F’yê 10 serlêdan, li Girtîgeha Maltepeyê ya Tîpa T’yê 5 serlêdan û li girtîgehên din 17 serlêdan ji bo komeleyê hatine kirin û bi giştî 90 serlêdan hatine kirin.

Di raporê de hat gotin girtiyên edlî 17 serlêdan û girtiyên polîtîk jî 74 serlêdan kirine. Ji serlêdanan 42 serlêdan ji aliyê jinan ve, 2 serlêdan ji aliyê LGBT+’an ve û 47 serlêdan jî ji aliyê girtiyên mêr ve hatine kirin. Di serlêdanan de gelek binpêkirinên mafan cih girtin. Di 26 serlêdanên meha nîsanê de 413 binpêkirin, di 10 serlêdanên meha gulanê de 175 binpêkirin û 55 serlêdanên meha hezîranê de jî 651 binpêkirin hatine tespîtkirin. Li gorî vê yekê hezar û 239 binpêkirinên mafan ên li girtîgehan hatine tespîtkirin. Bi rêya lêkolîna li ser çapemeniyê jî 350 binpêkirin hatine tespîtkirin û hem di serlêdanan de hem jî bi rêya çapemeniyê bi giştî hezar û 589 binpêkirin qewimîne.

Çavkanî – Ajansa Mezopotamiya 

زر الذهاب إلى الأعلى