Kurdistan

Xendeqên veşartî yên DAIŞê li Holê hatin dîtin

NAVENDA NÛÇEYAN-Duh, Hêzên Ewlekariya Hundirîn ya Rojavayê Kurdistanê li kampa Holê xendeqên veşartî ya şaneyên DAIŞê ku tê de bi hezaran endamên malbatên wan hene, dîtine.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn, eşkere kir ku hêzên wan li Kampa Holê xendeq dîtin ku çeteyên şaneyên DAIŞ’ê xwe tê de vedişartin.

Hêzên ewlekariya Hundirîn diyar kirk u hêzên ewlekariyê girtin ser xendeqan û bi temamî hilweşandin. Herwiha hate ragihandin ku tu kes di wan xendeqan de tune bûn.

زر الذهاب إلى الأعلى