Kurdistan

Serkirdeyekî Artêşa Wetenî ya alîgirên Tirkiyê vekişandia xwe ji kar ragihand

NAVENDA NÛÇEYAN- Hate ragihandin ku Muhened Xelef, ku tê naskirin bi (Ebû Ehmed Nûr), Fermandarê Feyleqa Sêyem di Artêşa Wetenî ya alîgirê Tirkiyê de, roja Çarşemê dest ji karê xwe berda, bêyî ku sedeman diyar bike.

Herwiha çavkaniyên ser bi opozisyona Sûriyê ve jî dibêjin ku “Hefteyek piştî ku Fermandarê Feyleqa Sêyem Muhened El-Xelef daxuyaniyên Tirkiyê yên derbarê piştgiriya siyasî ji rêjîma Sûriyê şermezar kir, bi rêya twîtekê li ser Twitterê dest ji kar vekişandina xwe (Istîqale) ragihand.”

زر الذهاب إلى الأعلى