Kurdistan

Ji bo rewşa Rojavayê Kurdistanê…. Şandeke Rêveberiya Xweser li Fransayê ye

NAVENDA NÛÇEYAN- Hate ragihandin ku duh bi serdanekê li Fransayê Şandeke Rêveberiya Xweser ya Rojavayê Kurdistanê hevîdtin li ser rewşa herêmên Rojava pêk anîn.

Herwiha şanda Rêveberiya Xweser ku ji Serokê Desteya Peywendiyên Derve Ebdulkerîm Omer, Nûnerê Rêveberiya Xweser li Ewropayê Ebdulselam Mistefa û Nûnerê Rêveberiya Xweser li Fransayê Xalid Îsa pêk tê, ji aliyê Cîgirê Serokê Senatoya Fransayê Pierre Laurent ve hatiye pêşwazîkirin.

Malpera fermî ya Rêveberiya Xweser belavkiribû, ku di civînê de mijarên weke “rewşa herêmên Rojavayê Kurdistanê, metirsiya şaneyên DAIŞê û dubare bihêzbûna wê rêxistinê û herwiha gefên Tirkiyê yên ji bo operasyoneke nû ya leşkerî li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê” hatine gotûbêjkirin.

Li gor daxwiyaniyê ku, Senator û parlamenterên Fransî polîtîkayên Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan yên li hemberî Kurdên Rojavayê Kurdistanê şermezar kirine û diyar kirine, ku Erdogan plan dike dema cîhan mijûlî şerê Ukraynayê û pêşhatên wê ye, operasyoneke nû li dijî navçeyên Kurdî yên li Sûriyê bide destpêkirin.

Herwiha di civînê de şanda Rêvebereya Xweser pesnê destpêşxeriya 102 parlamenter û senatorên Fransî daye ku daxwaza ragihandina qedexekirina balafirên bêmirov yên Tirkiyê li navçeyên Bakur Rojhilatê Sûriyê (Rojava) û bi fermî naskirina Rêveberiya Xweser kirine.

Ji aliyê xwe ve Cîgirê Serokê Senatoya Fransayê Pierre Laurent, piştgiriya xwe û hevalên xwe ji bo Rêveberiya Xweser û xelkê Bakur Rojhilatê Sûriyê (Rojava) ragihand û tekez kir ku xelkê Fransa û piraniya endamên parlamentoyê piştgiriya Hêzên Sûriyeya Demoqratîk (HSD) û Rêveberiya Xweser dikin.

Herî dawî jî Senator û parlamenterên Fransî, daxwaz kirine ku li Rojavayê Kurdistanê herêma qedexeya firînê bê ragihandin û statuya Rêveberiya Xweser jî di qada navneteweyî de bi fermî bê naskirin.

زر الذهاب إلى الأعلى