Kurdistan

Zêr bilind bû…..Li Sûriyê bihayê lîreyê Sûrî û Tirkî li hemberî dolar

NAVENDA NÛÇEYAN- Li gorî malpera lîreya Sûrî, di danûstandinên îro Pêncşemê 4-8-2022an de, nirxê lîreya Sûriyê li hemberî dolarê Amerîkî aram bû û nirxê zêr li Sûriyê bilind bû.

Li gorî Banka Navendî ya Sûriyê, nirxê dolar heta niha bi 2814 lîreyên Sûriyê ye, ku ew nirx e di 13ê Nîsana 2022an de hatibû destnîşankirin, piştî ku nirxê diyarkirî bi 2525 lîreyên Sûriyê ji Nîsana 2021an ve aram bûbû.

Banka Navendî ya Sûriyê diyar kiribû ku bihayê zêr îro li Sûriyê wiha ye: Bihayê gramek zêr li Sûriyê bi 181 hezar û 222 lîreyên Sûrî – 18 karat û 211 hezar û 301 lîreyên Sûrî – 21 kerat hatiye tomarkirin.

زر الذهاب إلى الأعلى