Kurdistan

Navên hin jinan wergirtin…..Şandeke Cezayîrî serdana kampa Roj li Rojavayê Kurdistanê kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Şandeke Cezayîrî serdana kampa Roj ya Rojavayê Kurdistanê, ku tê de bi hezaran malbatên DAIŞê ji neteweyên cuda hene, kir.

Li gor agahiyan ku ew şanda Cezayîrî ku sardana kampê kiribûn, navên jinên Cezayîrî yên di kampê de girtibûn, bêyî ku bizanin ka dê di demek nêzîk de ji bo Cezayîrê bên vegerandin yan na.

Malperên xwecihî diyar kirin ku serdan di 30ê meha borî de, bêyî ku di medyayê de ronî bibe, pêk hat û diyar kir ku şanda Cezayîrê bi rayedarên Rêveberiya Xweser ya Rojavayê Kurdistanê re jî hevdîtin pêk anî û bi wan re mijara Cezayîrê gotûbêj kir.

زر الذهاب إلى الأعلى