Kurdistan

Ciwanekî Kobanî ji ber wesayîta zirxî ya dewleta Tirk jiyana xwe ji dest da

NAVENDA NÛÇEYAN- Duh, wesayîta zirxî ya artêşa Tirk ciwanek li ser xeta sînor a gundê Koran yê rojhilatê Kobanî hedef girt û di encamê de ew ciwan jiyana xwe ji dest da.

Leşkerên dewleta Tirk ya dagîker li nêzî sînorê gundê Koran yê dikeve rojhilatê bajarê Kobanê bi erebeyeke zirxî gule li ciwanê bi navê Îbrahîm Osman Mistefa (27) reşand.

Herwiha Osman li nêzî sînor pezê xwe diçêrand, lê nijadperestan gule lê barand.

Îbrahîm Osman Mistefa ku di encama gulebaranê de birîndar bû û piştî 30 deqeyan li nexweşxaneya Kobanî jiyana xwe ji dest da.

Bi mijarê ve girêdayî Hêzên Ewlekariya Hundirîn ya Rojavayê Kurdistanê daxwyaniyek ji bo Îbrahîm Osman Mistefa belav kir û dibêje, ji ber bêdengiya dewletên garantor, binpêkirinên Tirkiyê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê (Rojava) ranawestin.

Di daxuyaniyê de hat piştrastkirin ku artêşa Tirk ya dagîrker duh 4’ê Tebaxê li gundê Koran yê li Kobanî yê li ser sînor, Îbrahîm Osman Mistefa dema ku erdê xwe av dida, bi guleyan qetil kir.

Di daxwiyaniyê de hat gotin jî ku, Ev binpêkirinên ku ji aliyê dagîrkeriya Tirkiyê ve li dijî sivîlan tên kirin, ji ber bêdengiya welatên garantor li ser peymanên ku ji bo parastina aramiyê û jiyana sivîlan hatine danîn, dê nesekinin.

زر الذهاب إلى الأعلى