Kurdistan

Şandeke hikumeta Iraqê serdana Kampa Holê kirin

NAVENDA NÛÇEYAN- Şandeke hikûmeta Iraqê serdana kampa Holê ya Rojavayê Kurdistanê kir, ji bo amadekariyên dersînorkirina beşeke nû ya penaberên Iraqî.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirov ragihand, êvara Pêncşemê, şandeke fermî ya Îraqî ji Wezareta Koç û Koçberan serdana kampa Holê kir, ji bo tomarkirina navên kesên dixwazin vegerin welatê xwe.

Rewangehê diyar kir ku di 16ê Nîsanê de, şandeke Iraqî serdana kampa Holê kiribûn, ji bo amadekariyên dersînorkirina malbatên Iraqî ji bo welatê wan.

زر الذهاب إلى الأعلى