Kurdistan

Piştgiriya Amerîka ji bo hêzên pêşmerge dê berdewam bike

NAVENDA NÛÇEYAN – Berpirsê Koşka Sipî yê ji bo Karûbarên Rojhilata Navîn Brett McGurk  û Wezîrê Pêşmerge yê Herêma Kurdistanê Şoreş Îsmaîl û derbarê rewşa niha ya navçeyê û proseya çaksaziyê ya hêzên Pêşmerge de civiyan.

Wezareta Pêşmerge di daxuyaniyekê de ragihand, Wezîrê Pêşmerge yê Herêma Kurdistanê Şoreş Îsmaîl û Rêkxerê Koşka Sipî yê ji bo Karûbarên Rojhilata Navîn Brett McGurk duh 6ê Tebaxê li Washingtonê civiyan.

Her wiha wezaretê diyar kir ku, di civînê de her du aliyan tekezî li ser pabendbûna bi hevbeşiya di navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê de û jinavbirina yekcarî ya DAIŞê kirin.

Di beşeke din a hevdîtinê de, guftûgo derbarê giringiya yekxistina hêzên Pêşmerge di bin sîwana Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê de hatin kirin.

Tekezî li wê jî hate kirin, ji bo pêngavên proseya yekxistina hêzên Pêşmerge baştir û bilez pêk were, hevkarî û alîkariyên Amerîka û hevpeymanan dê berdewam bin.

زر الذهاب إلى الأعلى