Kurdistan

Zêr bilind bû….Nirxê lîreyê Sûrî û Tirkî li hemberî dolar li Sûriyê

NAVENDA NÛÇEYAN-Malpera lîreya Sûriyê ragihand ku di danûstandinên îro Pêncşemê 11-8-2022 de, nirxê lîreya Sûriyê li hember dolarê Amerîkî aram bû û nirxê zêr li Sûriyê bilind bû.

Li gorî Banka Navendî ya Sûriyê, nirxê dolar di 2814 lîreyên Sûriyê de dimîne, ku ew nirx e ku di 13ê Nîsana 2022an de destnîşan kiribû, piştî ku nirxê diyarkirî yê 2525 lîreyan ji Nîsana 2021an ve hatibû aram kirin.

Bihayê zêr îro li Sûriyê wiha ye: Bihayê gramek zêr li Sûriyê hat tomarkirin (188.020 lîreyên Sûrî – 18 karat) û (219.226 lîreyên Sûrî – 21 karat).

زر الذهاب إلى الأعلى