Kurdistan

Di balafireke bi çek ya Tirkiyê de, 4 şervanên Erka Xweparastinê şehîd bûn

NAVENDA NÛÇEYAN- Hêzên Sûriyeya Demoqratîk (HSD) nasnameyên 4 şervanên Erka Xweparastinê ku bi balafireke bi çek ya Tirkiyê li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dabûn, eşkere kir.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demoqratîk (HSD) derbarê êrişa roja Sêşemê 9ê Tebaxê ya Tirkiyê li ser Qamişlo ku bi balafireke bê firokvan ya bi çek hatibû pêkanîn, daxuyaniyeke belav kir.

HSDê di daxwiyaniyê de behsa hejmara birîndar û şehîdan kir û got, “roja Sêşemê dewleta Tirk ya dagîrker navendeke Hêzên Erka Xweparastinê ya ku parastina nexweşxaneyên bajarê Qamişlo dike, hedef girt. Di encamê de 4 şervanên wan dema ku li ser karê xwe bûn, şehîd bûn û 3 din jî birîndar bûn.”

Di daxuyaniya hat piştrastkirin ku 2 şervan ji wan 18 salî ne û nasnameya şehîdan bi giştî wiha ne: Hêvîn Osman bi nasnavê Dilsoz Tirbespiyê (2004), Mahir El Ezbeh (2004), Mihyedîn Îbrahîm xelkê Qamişlo (1991) û Elî El Mislit (1966).

HSDê dibêje êrişên Tirkiyê yên li dijî herêmên Rojavayê Kurdistanê û navçeyên di bin kontrola Rêveberiya Xweser de gelek zêde bûne. Di çend rojên dawîn de, dewleta Tirk rasterast tax û erebeyên sivîlan li nav bajarên bi welatiyan dagirtî, herwiha saziyên ewlehiyê yên berpirsên parastina navendên xizmetguzariyê ne hedef girtin. Bi vî rengî hemû peymanên navneteweyî yên têkildarî şer û pevçûnan de binpê dike, nemaze peymana agirbestê ya ku bi Amerîka û Rûsyayê re di Cotmeha 2019’an de hatine îmzekirin.”

Hêjayî bibîrxistinê ye ku di 9ê Tebaxê de droneke Tirkiyê cihek li pişt Nexweşxaneya Jiyan-Covid 19 ya li bakurê bajarê Qamişlo li nêzî rêya Hîzamê ya li bakurê bajêr, bombebaran kiribû.

Herwiha di 6ê Tebaxê de jî balafireke bi çek ya Tirkiyê li navçeya Pîşesazî ya bajarê Qamişlo ku weke Sînaa tê naskirin, otomobîlek kiribû armanc û di encamê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dabûn ku 2 jî zaroj bûn.

زر الذهاب إلى الأعلى