Kurdistan

Piştî 30 salan ji girtîgehê nivîskareke Kurd hate berdan

NAVENDA NÛÇEYAN– Nivîskara Kurd Mizgîn Ronak (Mizgîn Aydin) ya li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê dihat ragirtin, piştî 30 salan ku cezayê wê qediya hate berdan.

Ronak a hêj 19 salî bû di sala 1992’yan de li Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê (DGM) ya Amedê hate darizandin û bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 30 sal cezayê hefsê lê hatibû birîn.

Mizgîn Ronak, di sala 1973’yan de li Amedê hatiye dinyayê. Di temenekî ciwan de biryara têkoşînê daye û tevlî refên azadiyê bûye. Di tebaxa 1992’yan de li Amedê hatiye girtin û cezayê muebetê lê birîne. Ligel hemû astengiyan bi salan nivisên xwe yên di rojnameya Azadiya Welat de berdewam kir. Herwiha nivîsên wê di gelek kovaran de jî hatin weşandin. Weke parêzvaneke ziman û wêjeya kurdî tê nasîn û heta niha gelek berhem nivîsîne. Roman, çîrok û helbestên nivîsîne ji hêla weşanxaneyên Lîs, Ar, Sîtav û Aramê ve hatine çapkirin.

زر الذهاب إلى الأعلى