Kurdistan

Du şehîdên din…..HSDê: Hêzên me di oxira parastina nirxên gel û axa xwe de, cane xwe feda kirin

NAVENDA NÛÇEYAN- Duh careke din balafireke bêmirov ya Tirkiyê erebeyek li gundewarê bajarê Qamişlo ya Rojavayê Kurdistanê kir armanc û di encamê de du kes şehîd bûn.

Bi mijarê ve girêdayî, Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demoqratîk (HSD) îro bi daxuyaniyekê nasnameyên her du kesên ku duh li gundewarê bajarê Qamişloya Rojavayê Kurdistanê ku di encama êrişeke balafirên bêmirov yên biçek yên artêşa Tirk ya dagîrker de şehîd bûbûn, eşkere kirin.

Li gor daxwiyaniyê ku ew her du kesên ku li gundewarê bajarê Qamişlo di êrişa hewayî ya artêşa Tirk a dagirker de şehîd bûne,şervanên Erka xweparastinê ne. HSDê dibêjie, em soza berdewamkirina têkoşînê heta têkbirina dagîrkeriyê û rizgarkirina herêmên dagirkirî didin.

Di daxuyaniya HSD`ê de hate gotin: “Di çarçoveya têkoşîna me ya rewa ya li dijî terorê û dagirkeran de, hêzên me di oxira parastina nirxên gel û axa xwe de bê dudilî canê xwe feda dikin.

HSDê dibêje, Îro jî em du hevrêyên xwe oxir diki, yên ku gefên dagirkeriya Tirk û êrişên wê yên terorîstane li dijî herêmên me ew netirsandin û hîn zêdetir vîna wan xurt kir ku rêya hevalên xwe yên şehîd bişopînin. Navê her du şehîdan wiha ye:

-Şehîd Dijwar Kobanî

-Şehîd Bawer Ridwan Eniz

زر الذهاب إلى الأعلى