Kurdistan

Li dijî daxuyaniyên Çavuşoglu xwepêşandanên nerazîbûnê hatin lidarxistin

NAVENDA NÛÇEYAN- Duh pêncşemê, danê êvarê, çalakvanên xwecihî yên Idlibê li bakurê rojavayê Sûriyê bang kirin ku ku îro Înê li hemû herêmên Bakurê Sûriyê xwepêşandan bên lidarxistin û dxuyaniyên Tirkiyê yên ku daxwaza lihevkirinê di navbera hikûmeta Sûriyê û opozisyonê de dike, şermezar bikin.

Çalakvanên Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan li Idlibê ragihandin ku banga xwepêşandanan piştî daxuyaniyên Wezîrê Derve yê Tirkiyê Çavuşoglu hat ku ji aliyê Ajansa Anadoluyê ya Tirkiyê ve hatibû ragihand, “Divê em opozisyon û rejîma Sûriyê bi awayekî li hev bikin, eger nebe aştiyeke mayînde çênabe.”

Li gorî çalakvanan, xwepêşandan dê îro piştî nîvro, 12 Tebaxê dest pê bikin û dibe ku derkevin pêşberî xalên çavdêriyê yên Tirkiyê û li meydanên giştî, ji bo eşkerekirina redkirina gel li ser lihevkirina ligel hikûmeta Sûriyê û şermezarkirina helwesta Tirkiyê, ku vê dawiyê bi hikûmeta Sûriyê re ber bi “normalkirina giştî” ve çû.

Ji aliyê xwe ve, bi navê “Tevgera Şoreşger ji bo gundewarên bakurê Helebê” duh danê êvarê, roja Pêncşemê, daxuyaniyek belav kir û tê de bang li sivîlan kir ku îro înê derkevin xwepêşandan li dar bixin û daxuyaniyên “Çavuşoglu” yên derbarê îhtimala lihevkirinê bi hikûmeta Sûriyê re şermezar bikin.

Daxuyaniyên Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlûd Çawîşoglu êvara duh Pêncşemê bû sedema pêleke ji bertekên şêniyên Sûriyê yên şermezarkirina van daxuyaniyan û redkirina fikra lihevhatina bi hikûmeta Sûriyê re, ku bûye sedema koçberî û derbiderkirina bi milyonan û kuştin û girtina bi sedhezaran Sûrî di salên borî yên şoreşa Sûriyê de.

Bi mijarê ve girêdayî li bajarê Ezazê li bakurê Helebê zarokek hat kuştin û 3 sivîl birîndar bûn, piştî ku cendirmeyên Tirk guleyên rast li ser xwepêşanderan reşandin li hember xwepêşandanên mezin yên gel ku li herêmên di bin kontrola Tirkiyê de pêk hatin yê şermezarkirina daxwiyaniyên Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu.

زر الذهاب إلى الأعلى