Kurdistan

Di nav de efserek……6 dagîrker hatin kuştin

NAVENDA NÛÇEYAN– Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) eşkere kir ku şervanên wan li herêmên Efrîn û Operasyona Mertala Firatê çend êriş li dijî dagîrkerên Tirkiyê pêk anîn.

HREyê, daxuyaniyek belavkiribû û tê de gotibû, êriş di rojên 5,6 û 7 Tebaxê de li Ezaz, Bab û nahyeya Şera ya Efrînê hatine lidarxistin û di wan êrişan de 6 leşkerên Tirkiyê hatine kuştin û 11 leşker jî birîndar bûne.

Li gor HRE ku, li gundê Enebkê li Efrînê şervanên wan binkeyeke hêzên Tirkiyê bi roketan kirine armanc.

Herwiha di wê êrişê de ku roja 6ê Tebaxê hatiye pêkanîn, 3 leşkerên Tirkiyê hatine kuştin û 4 leşker jî birîndar bûne.

Di Tîrmehê de jî, Hêzên Rizgariya Efrînê, li gundê Xezzawiyê yê ser bi Şêrawa ya Efrînê ve binkeyeke artêşa Tirkiyê kiribûn armanc.

Hêzên Rizgariya Efrînê piştrast kir, ku şervanên wan roja 7ê Tebaxê jî li gundê Kil Cibrîn yê girêdayî bajarokê Ezazê êrişek pêk anîne û di wê êrişê de 3 leşkerên Tirkiyê hatine kuştin û 7 leşker jî birîndar bûne û depoya cebilxaneya baregehê jî têk birine.

Di encama van çalakiyên 3 rojan de bi giştî yek ji wan fermandar 6 leşkerên artêşa Tirk ya dagîrker hatin kuştin, 11 leşker jî birîndar bûn.

زر الذهاب إلى الأعلى