Kurdistan

Li Qamişlo li pêşiya avahiya NY`yê çalakiya konvedanê destpê kir

Qamişlo-  Bi armanca girtina qada asmanî ya herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê li pêşiya balefirên Tirkiyê, li pêşiya avaniya NY`yê ya li bajarê Qamişlo çalakiya konvedanê destê kir.

Çalakî bi pêşengiya Hêzên Parstina Civakî û Kongreya Star hate li dar xistin.

Di daxuyaniya destpêkkirina çalakiyê de de bang li NY û rêxistinên mafên mirovan hat kirin ku hesabê ji dewleta Tirk bixwazin ji ber sûcên ku pêk anîne.

Di daxuyaniyê de ev yek hat destnîşankirin: “Em li vir in ji bo ku dengê xwe ragihînin cîhanê ku em gelekî aştîxwaz in. Me êrişî tu kesî nekiriye. Em hêvî dikin ku ev êrişên bi balafirên bêmirov ên biçek ên bi hiceta ku em terorîst in rawestin ku zarokên me dikin hedef. Lê heke em terorîst bin, gelo kî li vir şerê terorê kir, herêm ji wan parastin û cîhan ji hovatiya wan rizgar kir. Heta niha jî ew di nav kampên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ne. De bila cîhan wijdanê xwe bilivîne.”

Tê payin ku çalakî heta roja 30`ê tebaxê dewam bike.

زر الذهاب إلى الأعلى