Cîhan

Hevpeymaniya Navdewletî : Aliyên derve hene ku hewl didin şerê li dijî DAIŞê têk bibin

NAVENDA NÛÇEYAN – Fermandarê Hêzên Erka Hevbeş di Operasyona Çareseriya Navxweyî de General John Brennan ragihand ku aliyên derve hene ku hewl didin şerê li dijî DAIŞê li bakurê rojhilatê Sûriyê asteng bikin.

Li gorî daxuyaniyeke hevpeymaniyê, di civînekê de ku li bajarê Hesekê yê bakur rojhilatê pêk hat, ku tê de endamên “hevbendiya navdewletî ya şerê li dijî DAIŞê” û serkirdeyên Hêzên Sûriya Demokratîk hebûn, de “çalakiyên leşkerî li bakurê rojhilatê Sûriyê” gotûbêj kirin .

Daxuyaniyê diyar kir ku “endamên hevbendiyê di 9ê vê mehê de li bajarê Hesekê bi serkirdeyên civaka xwecihî re civiyan, ji bo gengeşekirina metirsiya endamên civakê li ser tevgera leşkerî ya vê dawiyê li bakurê rojhilatê Sûriyê”, û got ku berpirsan “dubare kirin” pabendbûna hevpeymaniya navdewletî ji bo pêşkêşkirina şîret, alîkarî û bihêzkirinê ji bo hevparên herêmî.”

Hevbendiyê bang li hemû hevalbendan kir ku balê bikşînin ser operasyonên li dijî DAIŞê, û bal kişand ser wê yekê ku ew “kiryarên aliyên derve yên ku hewl didin van operasyonan asteng bikin û ewlekariya xelkê sivîl tehdîd dikin şermezar dikin”.

Daxuyaniya “hevbendiya navdewletî” tekez kir ku “ew û hevkarên wê ji Hêzên Sûriya Demokratîk berdewam in li ser armanca xwe ya hevbeş, ku ew e têkbirina domdar a DAIŞê misoger bike”.

زر الذهاب إلى الأعلى