Kurdistan

HSDê ji bo rakirina tola şehîdên me: 7 leşkerên Tirk li Riha, Dîlok û Mêrdînê hatin kuştin

NAVENDA NÛÇEYAN– Hate zanîn ku di çarçoveya operesyoneke hêzên HSDê de yên lidijî artêşa Tirk ya dagîrker li ser sînorên bajarên Riha, Dîlok û Mêrdînê yên Bakurê Kurdistanê, 7 leşkerên Tirk yên dagîrker hatine kuştin, herî kêm 3 leşkerên jî birîndar bûne.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demoqratîk (HSD) îro daxuyaniyek da. HSD`ê ragihand ku ji bo tolhildana welatiyên di êrişên dewleta Tirk a dagîrker de li Kobanî û Amûdê şehîd bûne, hêzên wan li dijî artêşa Tirk a dagirker rêzeçalakiyên bibandor li dar xistine.

Daxwiyaniya HSDê wiha ye:

“Dewleta Tirk ya dagîrker êrişên xwe yên li dijî axa Rojavayê Kurdistanê her roj zêdetir dike. Di van êrişan de bi piranî welatiyên sivîl tên hedefgirtin. Herî dawî di 16`ê Tebaxê de li Kobanê zarokek şehîd ket û 4 welatî jî birîndar bûn. Dîsa di heman rojê de, balafireke bêmirov a biçek a artêşa Tirk a dagirker li gundewarên Amûdê êrişek li dijî nuqteyeke Hêzên Erka Xweparastinê pêk anî û di encamê de 5 şervan şehîd bûn û gelek welatiyên ku hewl didan birîndaran rakin nexweşxaneyê jî birîndar bûn.

Ji bo bersivdayîna van êrişan, ji aliyên hêzên me ve li hember artêşa Tirk ya dagirker rêzeçalakiyên bibandor hatin lidarxistin. Di vê çarçoveyê de; Li sînorên bajarên Riha, Dîlok û Mêrdînê, li hember artêşa Tirk a dagirker 3 çalakiyên bibandor hatin lidarxistin.

Herwiha daxuiya HSDê dibêje, 7 leşkerên artêşa Tirk ya dagîrker hatin kuştin, herî kêm 3 leşker jî birîndar bûn. Li dijî her cure êrişên dewleta Tirk a dagirker, çalakiyên hêzên me yên bersivdayînê dê berdewam bikin.”

زر الذهاب إلى الأعلى