Civak

Çima nirxê lîreya Sûriye û Tirkiyê li hember dolarê ewqas ket

NAVENDA NÛÇEYAN- Tê gotin ku piştî hevdîtin û gengeşiyên di navbêra Rûsya-Rejîma Suriyê û Tirkiyê de, hem lîreya Sûriyê û hem jî ya Tirkiyê li hember dolarê Amerikî bûhaya wê ketiye.

Hat gotin ku piştî hevdîtin û gengeşiyên di navbêra Rûsya-Rejîma Sûriyê û dewleta Tirk a dagirker de, bandorê li ser aborî û danûstandina pereyê jî kiriye. Li gor vê yekî hem lîreya Sûriyê û hem jî ya Tirkiyê li hember dolara Amerîkî buhoya wan ketiye. Niha yek dolarek Amerikî 4 hezar 480 (4.480) Lîreya Sûriyê dike. Her wiha yek dolar 18.09 lîreya nû ya Tirk, li gor ya kevin (18 hezar û 0816 lîreya tirk) dike. Hat zanîn ku her çiqas biçe wê buhaya her du lîreyan bikeve.  

Li gorî malpera “Lîra“ îro Yekşemê 21-8-2022 nirxê lîreya Sûriyê li hember dolarê Amerîkî û nirxê zêr li Sûriyê berdewam daketiye.

Li gorî Banka Navendî ya Sûriyê, nirxê dolar di meha nîsan (4) a 2021’an de bi 2 hezar û 525 lîreyên Sûrî hatibû aram kirin.

Li Sûriyê bihayê zêr îro wiha ye: Bihayê gramek zêr li Sûriyê hat tomarkirin (192.733 lîreyên Sûrî – 18 karat) û (224.722 lîreyên Sûrî – 21 karat).

زر الذهاب إلى الأعلى