Kurdistan

Rayedarên Koalîsyonê ji bo “kêmkirina rageşiyê” bi fermandarên QSD’ê re dicivin.

NAVENDA NÛÇEYAN – Şandeke leşkerî ji serkirdeyên hevpeymaniya navdewletî ya li dijî rêxistina terorîst a DAIŞê serdana fermandarên leşkerî yên Hêzên Sûriya Demokratîk li bajarê Kobanî kir ji bo gotûbêjkirina “kêmkirina rageşiyê”, piştî ku êrîşên Tirkiyê li ser wan herêman gelekî zêde bûn.

Îro, Sêşemê, Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov ragihand ku şandeke ji efserên pilebilind ên Hevpeymaniya Navdewletî serdana serkirdeyên Hêzên Sûriya Demokratîk li bajarê Kobanî  kir, ji bo gengeşekirina kêmkirina aloziyê li herêmê.

Çavkaniyan destnîşan kirin ku şande wê îro piştî nîvro bi rêveberên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê re bicive.

Herêmên bakurê Sûriyê ji aliyê hêzên Tirkiyê û komên çete yên ser bi wan ve, , rastî bombebarana tund a hewayî û bejahî tên, piştî civînên Tehran û Soçî yên di navbera aliyên garantor ên pêvajoya Astanayê, “Rûsya, Tirkiye û Îranê” de.

زر الذهاب إلى الأعلى