Civak

Li Rojavayê Kurdistanê heta niha 23 hezar û 285 kes bi Coronayê ketine

ROJAVA – Hate ragihand ku li Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê heta niha 23 hezar û 285 kes bi Coronayê ketine.
Hevserokê Desteya Tenduristiyê bijîşk Ciwan Mistefa ya bi ser Rêveberiya Xweser re dibêje, tenê di 24 saetên dawî de 181 kesên din li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi Coronayê ketine.
Her wiha Mistefa dibêje, ji ber Coronayê 3 kes jiyana xwe ji dest dane.
Li gorî daneyên Desteya Tenduristiyê ya bi ser Rêveberiya Xweser ve, li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê heta niha 23 hezar û 285 kes bi Coronayê ketine, ji wan 812 kesan jiyana xwe ji dest dane û 2 hezar û 26 kes jî baş bûne.

زر الذهاب إلى الأعلى