Kurdistan

Dagîrkeriya Tirk santrala Til Temir û gundekî Şehbayê topbaran kir

NAVENDA NÛÇEYAN-Hate ragihandin ku dagîrkeriya Tirkiyê û çeteyên wê, bi çekên giran gundekî Şehba ya girêdayî Erîna dagîrkirî û navendeke elektrîkê ya Til Temira Rojavayê Kurdistanê û gelek gndên wê topbaran kirin.

Di van kêleyan de, artêşa Tirk û komên çekdar yên girêdayî wê, navenda elektrîkê ya Til Temir, gundên Aşûriyan yên Til Şenan, Mucêbera û Dirdara yên li bakurê navçeya Til Temirê û her du gundên Aşûriyan yên Til Tewîl û Til Cuma a rojavayê navçeyê, bi çekên giran dikin hedef.

Di vê çarçoveyê de, artêşa Tirk a dagîrker gundê Um El-Hoş yê girêdayî herêmên Şehba yê gundewarên bakurê Helebê, bi tundî topbaran kir.

زر الذهاب إلى الأعلى