Kurdistan

HRE: Di 6 Çalakiyan de 16 dagirker 4 ji wan leşkerên Tirkiyê ne hatine kuştin

NAVENDA NÛÇEYAN – Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) li herêmên dagirkirî li dijî dagirkerên dewleta Tirk çalakî kirin. Gorî daxuyaniya HRE’yê 16 dagirker hatine kuştin ku 4 ji wan leşker in.

Di encama rêxeçalakiyên Hêzên Rizgariya Efrînê de 16 çekdar hatin kuştin 4 ji wan leşkerên artêşa Tirkiyê ne.

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) der barê mijarê de daxuyaniyek weşand û da zanîn ku hêzên wan li dijî leşkerên Tirkiyê û çeteyên girêdayî wê li herêmên Efrînê û Şehbayê rêzeçalakî lidar xistine.

Li gorî agahiyan di di encama van 6 çalakiyan de bi giştî 4 leşker û 12 çete hatin kuştin, 3 leşker û çeteyek jî birîndar bûn.

زر الذهاب إلى الأعلى