Cîhan

Di şerê Azerbeycan û Ermenistanê de 49 leşkerên Ermenistanê mirin

NAVENDA NÛÇEYAN – Wezareta Berevaniyê ya Azerbeycanê û ya Ermenistanê bi du daxuyaniyên cida aşkere kirine ku di navbera leşkerên her du welatan de şer û pevçûn destpê kirine. Beriya niha bi 10 mehan li Qerebaxê şer û pevçûnên di navbera her du welatan de bidawî bûbûn û ji wê rojê ve li herêmê aramî hebû. 

Li gorî nûçeya rojnameya Agosê, Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan vê sibê (13ê Îlonê) li Parlamentoyê axiviye û gotiye ku di encama şer û pevçûnan de 49 leşker mirine. Paşînyanî diyar kiriye ku dibe hejmara miriyan zêde bibe û alozî “piçekî sekiniye” lê êrîşa Azerbeycanê li hin deveran dewam dike. 

Wezareta Rewşa Lezgîn a Ermenistanê jî diyar kiriye ku sê sivîl birîndar bûne, rewşa birîndarekî gelekî xirab e. 

Wezîrê Karûbarên Derve yê DYAyê Antony Blinkenî daxuyaniyeke nivîskî weşandiye û bang li her du welatan kiriye. Blinkenî gotiye: “Em bang dikin ku her cûre pevçûnên leşkerî demildest bidawî bibin.”

زر الذهاب إلى الأعلى