Kurdistan

HRE`yê encama rêzeçalakiyan ragihand

NAVENDA NÛÇEYAN- Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ragihand ku di çalakiyên bersivdayînê yên Hêzên Rizgariya Efrînê de 3 leşkerên artêşa Tirk û 8 çete hatin kuştin, 2 leşker û herî kêm 6 çete jî birîndar bûn.

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) têkildarî çalakiyên xwe yên li dijî artêşa Tirkiyê û komên çakdar yên girêdyî wê, di navbera 22-27ʹê Îlonê de daxuyaniyek da.

Li gorî daxuyaniyê di encama van çalakiyan de bi giştî 3 leşkerên artêşa Tirk û 8 çete hatin kuştin, 2 leşker û herî kêm 6 çete jî birîndar bûn. Li hember êrişên dagirkera çalakiyên me yên bersivdayînê wê berdewam bikin.”

زر الذهاب إلى الأعلى