Kurdistan

Artêşa Tirkiyê careke din herêma Biradost topbaran kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Artêşa Tirkiyê bi dijwarî Geliyê Reş, Kem Kora, Tarista û Çiyayê Şekyo yên Biradost topbaran dike.

Îro pêncşemê ji saetên sibehê ve dewleta Tirk a dagirker dest bi bombebarankirina herêma Biradost kiriye.

Artêşa Tirkiyeyê careke din dest bi topbarankirina Geliyê Reş, Kem Kora, Tarista û Çiyayê Şekyo yên Biradost kir.

Hêjayî gotinê ye ku Îran jî ev 6 roj in xaka Herêma Kurdistanê bombebaran dike û di encamê de 13 kesan jiyana xwe ji dest da û gelek kes birînar bûn.

زر الذهاب إلى الأعلى