Kurdistan

Xwepêşandanên nerazîbûnê li seranserî Rojhilatê Kurdistanê bênavber dewam dike

NAVENDA NÛÇEYAN- Hate ragihandin ku li Rojhilatê Kurdistan û Îranê serhildana li dijî kuştina Jîna Emînî bê navber dewam dike. Li gorî Rêxistina Mafê Mirovan heya niha 83 kes hatin kuştin.

Duh jî di roja 13’yan de li seranserê Îran û Rojhilatê Kurdistanê gel daket qadan û li dijî kuştina Jîna Emînî bê navber bi diruşmeya ‘Jin jiyan azadî’ bang kirin.

Li bajarê Sine bi pêşengiya jinan li çend herêmên bajêr bi diruşmeya ‘Jin jiyan azadî’ xelk daket qadan û xwepêşandan kir.

Li Tahranê jî careke din diruşmeyên ji bo rûxîna komara Îslamî ya Îranê bilind bûn û çalakî hatin kirin.

Hat diyarkirin ku xwepêşandan li seranserê Îran û Rojhilatê Kurdistanê dewam dikin. Herwiha Hêzên Îranê li her deverê êriş dikin, dest bi binçavkirina çalakvanan kirine.

Rêxistina Mafê Mirov a Îranê derbarê xwepêşandan û nerazîbûnên li seranserî Îranê  de daxuyaniyek da.

Li gor daxuyaniyê ku Rêxistinê di destpêkê de êriş û zextên rejima Îranê yên li dijî xwepêşanderan şermezar kir û carek din daxwaz ji civaka navdewletî kir pêşî li kuştina xwepêşanderan a ji aliyê hikûmeta Îranê ve tê kirin bigrin.

Rêxistinê herwiha bîlançoya dawî ya kesên di xwepêşandanan de hatine kuştin û diyarkir û got ku heta niha li seranserî Îranê 83 hatine kuştin.

Herî dawî jî Rêxistinê got ku bi hezaran xwepêşander û çalakvanên civaka sivîl hatine binçavkirin û pêla binçavkirinan berdewam e.

زر الذهاب إلى الأعلى