Kurdistan

Li Rojhilatê Kurdistan û Îranê Greva giştî destpê kir

NAVENDA NÛÇEYAN – Li ser banga hizb, rêxistin û çalakvanên Rojhilatê Kurdistan û Îranê, dijî bombebarankirina baregehên partiyan yên li Başûrê Kurdistanê, îro li seranserê Îran û Rojhilatê Kurdistan greva giştî destpê kiriye. Ji danê siharê ve li seranserê Îran û Rojhilatê Kurdistanê xelk daketine qadan û çalakiyan lidardixin.

Duh Navenda Hevkariya Partiyên Rojhilatê Kurdistanê, li dijî bombebarankirina baregehên partiyan li Başûrê Kurdistanê banga greva giştî li hemû xelkê Rojhilatê Kurdistan û Îranê kiribû.

Partiya Jiyana Azad a Kurdistan (PJAK), Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) û KODAR’ê jî îro bi daxuyaniyek hevbeş bang li hemû xelkê Rojhilatê Kurdistan û Îranê kirin da ku ji bo şermezarkirina dewleta Îranê, îro tevlî greva giştî bibin.

Gorî dîmenên li ser torên civakî hatine belavkirin, li piraniya bajarên Rojhilatê Kurdistanê, Sine, Îlam, Urmiye, Bane, Seqiz, Bokan, Dîwander, Merîwan, Mahabad, Serdeşt, Nexede û Pîranşarê grev destpêkiriye.

Li gelek bajarên Îranê, taybet li zanîngehên Îranê greva giştî destpêkiriye. Li gorî ragihandina Desteya Sendîkaya Xwendekarên Îranê, xwendekarên Îranê îro li zanîngeha Beheştî, Zanist, Teknolojî, Şerîf, beşa dixtoriya Didanan ya Zanîngeha Azadî ya Tahranê, Zanîngeha Azadî Tahran ya li Bakur, Zanîngeha Azad ya li Tahranê, beşa ziman, beşa edebî biyanî ya Tahranê, çalakî hatine lidarxistin.

Herwiha welatiyên bajarê Kerec li ber derê Zanîngeha Azad çalakiyek lidarxistin, li zanîngeha Xurazmî ya Kerec jî çalakiyek pêkhat.

Li bajarên Îranê Şîraz, Guherdeşt û gelek bajarên din jî bi heman armancê çalakî hatine lidarxistin. Piştgiriya ji bo greva giştî ya li Îran û Rojhilatê Kurdistanê, her ku diçe zêde dibe. Li gelek welatên cîhanê bi heman armancê çalakî tên lidarxistin.

زر الذهاب إلى الأعلى