Kurdistan

Hêzên Îranê li Pîranşarê kolberek kuştin

NAVENDA NÛÇEYAN – Li herêma sînor a bajarê Pîranşarê kolberek ji aliyê hêzên dewleta Îranê ve hat kuştin.

Kolbernewsê ragihand ku şeva Sêşema borî li sînorê bajarê Pîranşar a Rojhilatê Kurdistanê hêzên Îranê gule li komek kolberan reşandin.

Di encama wê gulebaranê de kolberê bi navê Şiwane Muradî Eqdem ê ji gundê Gezgesk a Pîranşarê jiyana xwe ji dest daye.

Muradî Eqdem 42 salî û bavê 3 zarokan e.

زر الذهاب إلى الأعلى