Kurdistan

Di bin îşkenceyê de Ciwanekî ji Girê Spî di girtîgehên Artêşa Wetenî de jiyana xwe ji dest da

NAVENDA NÛÇEYAN-Hate ragihandin ku ciwanekî ji bajarê Girê Spî ku di bin kontrola Tirkiyê û komên alîgirên wê de ye, di girtîgehên polîsên leşkerî yên ku ji aliyê Tirkiyê ve hatibûn avakirin, di bin îşkenceyê de jiyana xwe ji dest da.

Li gor agahiyan ku ciwanê bi navê Ezîz Mehmûd El-Mustafa beriya du mehan tevî 4 xortên din ji bajarê Haret El-Leyl ji aliyê polîsên leşkerî ve hatibû revandin.

Ev ne cara yekê ye ku Tirkiye û alîgirên wê ciwanan ji herêmên dagîrkirî direvînin û wan îşkence dikin heta ku dighêjin asta mirinê.

زر الذهاب إلى الأعلى