Kurdistan

Grev û xwepêşandanên girseyî ji bo Jîna Emînî

NAVENDA NÛÇEYAN- Hate diyarkirin ku li dijî kuştina Jîna Emînî çalakiyên girseyî û grev, di roja xwe ya 15’an de li seranserî Îran û Rojhilatê Kurdistanê pêk tên.

xwepêşandanên li dijî qetilkirina jina Kurd Jîna Emînî de greva giştî li ser banga partî, rêxstin û aktîvîsan duh di roja 15’an pêk hat ku kolan vala bûn û dikan girtî bûn

Li gor agahiyan ku li bajarên Rojhilatê Kurdistanê hêzên Îranê, bi awayekî tund li hemberî xwepêşandanan şîdet bi kar anîn.

Li Merîwanê xwepêşanderê bi navê Muxtar Ehmedî hate qetilkirin. Hinek xwepêşander birîndar bûn. Herwiha tê gotin ku li Bokan jî hinek xwepêşander birîndar bûne.

Hate zanîn ku li derveyî Îranê jî, Kurdistaniyan û bi taybet welatiyên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê li nêzî 150 bajarên welatên cuda yên cîhanê yên weke welatên Emerîka, Ewropa û Asya çalakî kirin û piştgirî dan gelên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê. Herwiha zextên Îranê yên li ser xwepêşanderan şermezar kirin.

زر الذهاب إلى الأعلى