Kurdistan

Li Idlibê “Hikûmeta Rizgariyê” karê Orient TV radiwestîne

NAVENDA NÛÇEYAN- Rêveberiya Ragihandinê ya “Hikûmeta Rizgariyê” ya girêdayî ” Heyet Tehrîr El-Şam ” ya alîgirê Tirkiyê karê Orient TV li herêmên di bin kontrola xwe de rawestand û nûçegihanê xwe li Idlibê agahdar kir ku hemû xebatkarên kenalê rawestîne.

Rêveberiyê dema ku nûçegihanê kenalê bi rêyên din materyalan dişîne kanalê bi berpirsyariya hiqûqî û yasayî gef kir.

Ev gav hat piştî daxuyaniyekê ku berî çend rojan ji aliyê Rêveberiya Ragihandinê ya li dijî Orientê hat dayîn, piştî ku nûçeyek derbarê dorpêçkirina bircên radyoyê li herêma Idlibê belav kir, di demekê de ku Heyet Terîr El-Şam ev yek red kir û daxwaza jêbirina nûçeyê kir.

Herwiha kenalê bi raporteke dîtbarî bersiva Heyet Terîr El-Şam da û ragihand ku niyeta xwe ya vekişandina xizmetên mirovî yên li bakurê rojavayê Sûriyê ber bi kampên Urdin, Lubnan û Tirkiyê ve vedike.

زر الذهاب إلى الأعلى