Kurdistan

Di dema derbasbûna dewriyeya Rûsya û hikumeta Şamê li Derayê de, Mayînek teqiya  

NAVENDA NÛÇEYAN- Li Derayê dema ku dewriyeyeke hevbeş ya hêzên Rûsyayê û hêzên hikumeta Şamê derbas dibûn, mayînek ku kesên nenas çandibû, teqiya.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan ya Sûriyê (SOHR) eşkere kir ku hemwextî derbasbûna dewriyeyeke hevbeş ya hêzên Rûsya û hikumeta Şamê di navbera bajarokên Elma û Sora yên li rojhilatê Derayê de, mayîneke ku ji aliyê kesên nenas ve hatibû çandin, teqiya û di encamê de zirarên madî derketin holê.

زر الذهاب إلى الأعلى