Kurdistan

Sêyemîn salvegera komkujiya Til Rifatê

NAVENDA NÛÇEYAN-Îro sêyemîn salvegera komkujiya Til Rifatê ya Rojavayê Kurdistanê ye ku di encamê de 8 jê zarok 10 welatiyan jiyana xwe ji dest dan. Ji ber wê divê hesab ji bo vê komkujiyê were xwestin. Ger ku hesab jê nepirsin, tê wateya rêvekirina li pêş komkujiyek din.

Komkujiya li navçeya Til Rifetê li dijî koçberên Efrînê di 2’ê Kanûna 2019’an de hat pêkanîn, di encamê de 10 sivîl ji nav wan 8 zarokên jêrî 15 saliyê şehîd bûn û 13 din jî ku piraniya wan zarok bûn birîndar bûn.

Artêşa Tirk ya dagîrker û çeteyên wê sûcên xwe yên dermirovî li dijî koçberên Efrînê û şêniyên Şehbayê bi hemû cûreyên çekan bi taybetî yên qedexekirî, didomînin.

Hêjayî gotinê ye, ku ji dema dagîrkerina Efrînê ve di Adara 2018’an de, artêşa Tirk ya dagîrker gund û navçeyên ku koçberên Efrînê tê de bi cih bûne topbaran dike, li hember vê topbaranê hemû rêxistinên mirovî û hiqûqî û hêzên rûsî bêdeng in.

Herwiha ev encama polîtîkaya li dijî gelên Rojavayê Kurdistanê û êrişa komkuiyê, polîtîka, heq, hiqûq mafên mirovan û demokrasiyê esas nagire.Dagîrkeriya Tirk bi temamî dixwazin demografiya herêmê biguherînin. Dixwazin bi zorê gelê herêmê koç bikin û mirovên xwe li herêmê bi cih bikin.

Komkujiya Til Rifatê, divê bê hesab nemîne. Ev êrîş ne tenê li dijî Til Rifatê pêk hatiye. Li dijî hemû gelê Rojavayê Kurdistanê pêk ketiye. Ev êrişa li dijî statuya gelê kurd e. Ger ku hesab ji komkuiyekê nepirsin, tê wateya rêvekirina li pêş komkujiyek din.

Em bala xwe bidin wê yekê jî, ku niha ne tenê bi awayekî fîzîkî komkujî heye. Komkujiya siyasî û civakî jî heye. Ji ber wê divê li djî van komkuiyan muxalefeta civakî û demokratîk pêş pêşxistin û mezinkirin.

زر الذهاب إلى الأعلى