Kurdistan

Balefirên Tirkiyê gundewarên Silêmaniyê bombebaran kir

NAVENDA NÛÇEYAN – Balafirên şer yên dewleta Tirk a dagirker gundê Gelale yê girêdayî bajarokê Şarbajêr li parêzgeha Silêmaniyê bombebaran kirin. Li gorî agahiyan hatine şehîd û birîndar hene.

Ajansa Rojnews`ê ragihand ku balafirên şer yên dewleta Tirk a dagirker gundê Gelale ya ser bi bajarokê Şarbajêr ya ser bi Silêmaniyê bombebaran kirin.

Li gorî agahiyan balafirênşer 3 caran li ser hev heman cihî bombebaran kirine. Gorî heman agahiyan jî şehîd û birîndar hene. Heya niha derbarê êrişê de daxuyaniyek fermî nehatiye belavkirin.

زر الذهاب إلى الأعلى