Kurdistan

Parlemanterê HDP`ê: Girtîgehên Tirkiyê bûne malên mirinan

NAVENDA NÛÇEYAN-Amarên mirinên girtiyan li bakurê kurdistanê gelekî zêde bûne. Di vê çarçoveyê de, Parlamenterê Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) Kocaeliyê Umer Faruk Gergerlîoglu ragihand ku di heyama salekê de, di girtîgehên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê de 73 girtiyan jiyana xwe ji dest dane ku 34 ji wan kesan mirinên bi guman in û sedema wan nayê zanîn.

Gergerlîoglu eşkere kir, ku ji 1ê Kanûna 2021an heta 1ê Kanûna 2022an li tevahiya girtîgehên li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê de 73 kesan di girtîgehan de jiyana xwe ji dest dane. 34 ji wan kes bi sedemên nayê zanîn mirin.

Parlemanterê HDP`ê tekez kir, ku ji ber karên Wezareta Zilmê girtî jiyana xwe ji dest didin û ev hejmar gelekî zêde bûye.

زر الذهاب إلى الأعلى