Kurdistan

Serê kaniyê ‘Herêma Bi Ewleh’ û DAIŞ-DOSYA-1

Erdogan Altan

NAVENDA NÛÇEYAN-Dewleta Tirk ya dagîrker ku bi idîaya ‘Herêma Ewlehî’ û bi erêkirina DYA ‘yê di 9’ê cotmeha 2019’an de Serê kaniyê dagîr kir, ziviriye navendekê DAIŞ û komên çete; bi komkujî û talankeriyan nifus û demografiyê hatî guherandin e.

Dewleta Tirk a dagîrker, hem di dema dagirkirina Efrîn, Girê Spî, Serê kaniyê û hem jî van êrişên dawî de plana dagîrkirinê ji hemû cîhanê re wek e “Herêmek Ewlehî” serwîs dike. Dewleta Tirk ya dagîrker, berî êrişên dagîrkerî ya di 9’ê cotmeha 2019’an de li Girê Spî û Serêkaniyê vê planî tanî ziman û di meha Tebaxê sala 2019’an de di navbêra dewleta Tirk û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) hevpeymanekê di bin navê “Herêma Ewlehî” de hat îmzekirin. Dewleta Tirk a dagîrker, li ser vê esasî di 9’ê cotmehê de dest bi êrîşê ser bajarê Kurd ê qedîm a Serê kaniyê kir û xwest wê dagirkirin û guherandina demografiye ya El Qaîde û DAIŞ temam nekiribû ji ew bi xwe temam bike.

KOMKUJÎ Û KOÇBERÎ

Di serdema Rêveberiya Xweser a Demokratîk de bajarê Serê kaniyê ji aliyê Meclisa Gel ve xwe bi xwe birêve dibirin, hemû gel û baweriyan bi hev re di nava aramî û aşitî de azad jiyan dikirin. Piştî Serêkaniyê hat dagirkirin di nava nêzî 3 salî de zêdetirê 400 mirov hatin qetilkirin. Herî kêm ji sedî 85 niştecihên bajêr hatin koçberkirin di cihê wan de malbatên çeteyan hatin bi cih kirin. Bûyerên li Serê kaniyê tên jiyîn û sûcên mirovahiyê tên kirin, rastiya pênaseya “Herêma Ewlehiyê” ku dewleta Tirk a dagîrker tîne ziman radixîne berçavan.

DEMA BAAS

Serê kaniyê, li rojavayê wê Girê Spî, rojhilat Dirbêsiyê û başûrê wê Til Temir cîran in. Li bakurê wê jî xetek ji 100 km pêk tê Serêkaniyê ya serxetê ya bakurê Kurdistanê heye. Di dîroka herêma Serê kaniyê de gelên Kurd, Ereb, Suryanî-Asûrî, Çeçen, Tirkmen, Ermenî û Kurdên Êzidî bi hev re jiyan dikin de, cara yekemîn guherandina demografiyê di 24’ê hezîranê sala 1974’an de di serdema desthiladariya Baas de çêbû. Baas, çewa wek hemû Rojava li Serê kaniyê jî projeya “Kemera Ereb” xiste dewrê navê gund û bajarên Kurdî bi navên Erebî hatin guherandin. Ji gelê Ereb ên nêzî Baas ku ji gelek heremên Sûriyê anîn li gundên nû yên li bajarê hatî avakirin û nifusa Ereb hat zêdekirin. Beşek mezin a ji niştecihên Xiristiyan ên li bajêr û gundewarên wê yên heyî berî şerê navxweyî ya Sûriyê dest pê bike koçberê Heleb û Latiqiyê an jî koçberê welatên Ewropa hatin kirin.

ÊRIŞÊN EL QAÎDÊ

Di şerê nav Sûriyê ya sala 2011’an de dest pê kir li bajêr bi Misliman, Kurdên Êzidî, Ereb, Çerkez û Tirkmenan re Suryanî, Asûrî, Ermenî û nifusek girîng a Xiristiyanan jî hebû. Zêdetirê 50 çeteyên El Qaîdeyê di 8’ê mijdar ê 2012’an de di ser Tirkiyeyê de êrîşê Serê kaniyê kir û di encamê de ji bajêr dîsa koçberî çêbû. Çeteyên El Qaîdê yên diketin gundên Serê kaniyê yên ser sînor niştecihan bi zor dikirin ku koçberê Tirkiyeyê bibin. Berî êrîşa ku dewleta Tirk a dagirker plan kiribû, amadekariyê kiribû û bi armanca bajêr vala bike li Serêkaniyê (Ceylanpinar) ya Serxetê kampekê kona ava kiribû.

JI DAIŞ’Ê RE PIŞTGIRIYA TANG Û TOP

Heya roja 5’ê mijdarê 2013’an ku ji aliyê YPG û YPJ’ê ve bajêr ji El Qaîdê hat rizgarkirin, komên çete yên dewleta Tirk a dagîrker 4 êrişên mezin li ser bajêr kirin. Dewleta Tirk a dagîrker ne tenê piştgiriya van komên çete derbaskirina ji sînor, lojîstîk û cebilxane di heman demî de ji deriyê sînor êrîşên bi tang (derabe) û topan jî piştgirî dan. Piştre dîsa êrîşên DAIŞ ên girêdayên Tirkiyê dest pê kirin. DAIŞ, di salên 2014-2015’an de gelek êrîşan bir ser gundewarên Serê kaniyê. DAIŞ a ku di van êrîşan de gel ê sivîl qetil dikir, rastî berxwedana hêzên YPG-YPJ’ê bûn. YPG-YPJ ku di meha Gulan a 2015’an de Pêngava Şehîd Rûbar Qamişlo da destpêkirin gundên dawî yên di destê DAIŞ’ê de bûn rizgar kir. Di vê pêvajoyî de jî ji bajêr gelek koçberî çêbû.

SERDEMA RÊVEBERIYA XWESER

Serê kaniyê, ji serdema rizgarkirina El Qaîdê û DAIŞ’ê heya êrîşên dewleta Tirk a di 9’ê cotmeha 2019’an her çiqas di şert û mercên zahmet de be jî pergala xwe ji nû ve birêxistin kir. Di bin banê Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Cizîrê ku di sala 2014’an de hat îlankirin de Meclisa Gel a Serê kaniyê îdareya bajêr girt serxwe. Hemû gel û bawerî yên di Serê kaniyê de jiyan dikirin nûnertiya xwe di meclisê de didîtin. Di bajêr de Kilîseya Xiristiyanan a ku di sala 2012-2013’an de ji aliyê çeteyan ve hatibû dagirkirin, dîsa malên Êzidiyan ku di pêvajoya Şoreşa Rojava de hatibûn vekirin û mizgeftên aîdên Mislimanan de niştecihan îbadeta baweriya xwe bi awayek azad pêk tanîn. Dîsa di qada çandinî, zîreatê de pêşketinên mezin hatibûn avakirin, wekê din di bajêr de aqademiya tenduristiyê hatibû avakirin. Di vê pêvajoyî de jî gulebarana dewleta Tirk a ji sînor kêm nedibû. Gelek caran di van êrîşan de niştecihên bajêr jiyana xwe ji dest dan. Lê rûxmê êrîşên dewleta Tirk a dagirker Serêkaniyê bajarek azad û bi ewleh bû. Serêkaniyê ya ku gel û baweriyan bi awayek azad û wekhev di rêveberî û di hemû qadên jiyanê de nûnertiya xwe didîtin, paşde zivirîn an go vegera bajêr jî berdewam dikir.

JI BO KOMKUJIYÊ ‘HERÊMA BI EWLE

Di çerçoveya hevpeymana di navbêra Tirkiye û DYA yê de ku di meha Tebaxê sala 2019’an de hat gotin ku di plana “Herêma Ewlehî” de lihevkirine û bi destpêkirina êrîşa 9’ê cotmeha 2019’an re rewşa bajêr a bi bawerî, aramî, biratî û azadiya gelan hedef hat girtin. Bajarê Serêkaniyê zivirandin navendekê komkujiyê û îşkencexaneyê. Li gor agahiyên ku Komîteya Koçberiyê ya Serê kaniyê bidest xistî; ji 9’ê Cotmeha 2019’an heya sala 2021’an li Serêkaniyê di nava wan 48 jin, 12 zarok zêdetirê 400 sivîl hatin qetilkirin. Ji wan 48 kes bi îşkenceyê hatin qetilkirin, 11 kes jî li meydana bajêr hatin înfazkirin. Di dema êrişên dewleta Tirk a dagirker de fosfor a spî ku wek çekên kîmyewî tê hesibandin hat bikaranîn. Komeleya Mafê Mirovan a Cizîrê, ragihand ku bi van êrîşên çekên kîmyewî re 33 kes hatin şewitandin, ji van 23 kes sivîl, 10 kes jî şervanên HSD’ê ne.
Di navbêra van dîrokan de hat belgekirin ku 232 kes hatine îşkencekirin. 152 kes ên hatibûn revandin hêj jî agahî ji wan nayê girtin. Di bajêr de dest danîn ser 200 dikan, kargeh û 5 hezar û 500 xaniyên niştecihên Serêkaniyê.

DEMOGRAFÎ HAT GUHERANDIN

Bi êrişên dagîrkerî ya dewleta Tirk a dagîrker re nifusa niştecih a bajêr ji sedî 85-88 hat koçberkirin. Serê Kaniyê ku bi tevahî ji 140 gundan pêk tê, ji wan 55 gund ku piranî gundên Kurdan bûn bi temamî hatin valakirin. Ji van 55 gundan bi taybetî gundên Xirbet Cumo, Dawudiyê, ji sedî 80-90 gundên Eyn Îsa bi temamî hatin hilweşandin û şewitandin û di cihê wan de baregehên aîdên dewleta Tirk a dagirker hatin avakirin. Her wiha komên çete yên bi navê “Artêşa Millî” ya girêdayê dewleta Tirk a dagîrker li gundên Êzîdiyan bi hinceta “xezîneyê digerin” gor û goristanên Êzîdiyan vekirin û miriyan ji gora wan derxistin.

DAIŞ DÎSA ZIVIRÎ

DAIŞ ê ku Girê Spî dagir kiribû, êrîşê gundewarên Serê kaniyê û Hesekê dikir, li hemberê wê Pêngava Şehîd Rûbar Qamişlo ji gundê Til Mecdel û Serê kaniyê hat destpêkirin. Di çerçoveya pêngavê de Mebrûka, Silûk û Girê Spî ji DAIŞ’ê hatin rizgarkirin û kantonên Cizîrê û Kobanê gihiştin hev. Di wê pêvajoyî de Mebrûka ya girêdayê Serê kaniyê ji bo DAIŞ’ê rola biryargeha navendî dilîst û ji Tirkiyeyê piştgirî digirt. YPG-YPJ vê biryargeha DAIŞ’ê hilweşand. Piştî hevpeymana “Herêma Ewlehî” ya di navbêra Tirkiye û DYA de, careke din DAIŞ ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve xistin bajêr. Serê kaniyê, dîsa bû navendekê ku DAIŞ jinûve xwe birêxistin bike.
Li gor agahiyên ku Komeleya Mafê Mirovan a Cizîrê û Komîteya Koçberiyê ya Serêkaniyê dan; ji êrîşên Serêkaniyê heya niha ji derve herî kêm 2 hezar malbatên çeteyan hatin bicihkirin, ji van 55 malbat ji malbatên DAIŞ’ê yên ji Iraqê hatibûn e. Dîsa di nava komên çete yên wek e Liwaya Sultan Murad, Tugayên Hamza, Ehrar El Şerqiyê ku anîbûn Serêkaniyê de gelek DAIŞ’iyan bi cih kirin.

ALA DAIŞ’Ê HAT RAKIRIN

Bûyera herî şênber a ku Serê kaniyê bû navenda DAIŞ xwe jinûve birêxistin bike raxist berçavên cîhanê, di 25’ê cotmeha 2020’an de pêk hat. Li ser tahrîkkirin û sorkirina Tayîp Erdogan, komên çete yên ku ji bo Serok Komarê Fransayê Emmanuel Macron li Qada Cozê ya Serêkaniyê xwepêşandanên şermezarkirinê pêk bînin, li dijî Fransayê sloganan avêtin û ala Fransayê şewitandin. Di van xwepêşandanan de ala DAIŞ’ê hat rakirin û dirûşme hatin avêtin. Waliyê Riha (Urfa) jî vekirina ala DAIŞ’ê piştrast kir.
Berpirsê êrîşa ku di 20’ê çileya 2022’an de li ser Girtîgeha Sînea ya Serê kaniyê ku nêzî 5 hezar girtiyên DAIŞ’î hene de serçeteyê DAIŞ’ê Ebdullah Îsmaîl Ehmed ku di îtîrafa xwe de ji aliyê dewleta Tirk ve Serê kaniyê çewa aniye asta navenda DAIŞ’ê bi awayek şênber danî holê. Serçete Ebdullah Îsmaîl Ehmed ku di 20’ê Gulan a 2022’an de ji Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA) re axivî, diyar kir ku talîmat û çekên ji bo êrîşên ser girtîgehê ji aliyê MÎT’ê ve hatiye dayîn. Îsmaîl Ehmed, destnîşan kir ku yê operasyonên herêma Hesekê ya DAIŞ’ê birêve dibir (walî) kesê bi navê Ebdulezizî niha li Serêkaniyê û Girê Spî dimîne û li wir bi MÎT’ê re dixebite. Îsmaîl Ehmed, ragihand ku DAIŞ’iyên ku wê ji girtîgehê hatibûna revandin dê destpêkê biribûna cihekê bi ewleh û piştre jî derbasî Serêkaniyê û Girê Spî hatibûna kirin.

SIBÊ: Piranî berpirsên komên çete yên dewleta Tirk a li Serê kaniyê DAIŞ’î ne

زر الذهاب إلى الأعلى