Kurdistan
Li Tiltemirê guleya hawanê ya artêşa Tirkiyê teqiya 4 zarok birîndar bûn

NAVENDA NÛÇEYAN – Li gundewarê navçeya Tiltemirê guleyeke hawanê ya Artêşa Tirkiyê teqiya di encamê de 4 zarok birîndar bûn.
Li gundê El Micêbire yê Til Temirê guleyeke topên artêşa Tirk a dagirkr ku berê li gund ketibû û neteqiya bû, teqiya. Di encamê de 4 zarok birîndar bûn.
Zarokên birîndar rakirin Nexweşxaneya Lêgerîn a Til Temirê, piştre rakirina nexweşxaneyên Hesekê.
Li gorî xebatkarên tenduristiyê yên Nexweşxaneya Lêgerîn, navên zarokên birîndar wiha ne:
Silêman Nesir Şilo (11), Bedran Nesir Şilo (15), Elî Mehmûd Şilo (11) û Xalid Mehmûd Şilo (13(.