Kurdistan

Fermandarê HSD`ê Pêşwazî li helwestên navnetewyî yê redkirina operasyona Tirkiyê li dijî Rojava kir

NAVENDA NÛÇEYAN-Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demoqratîk Mezlûm Ebdî pêşwazî li helwestên navneteweyî yên li ser redkirina operasyona artêşa Tirk ya li dijî herêmên Rojavayê Kurdistanêkir.

Ebdî li ser Twitterê got, ku helwestên navneteweyî yên ku operasyona Tirkiyê di Meclisa Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî de red dikin, pir bi xêr hatin. Em şanaziyê bi hevkariya xwe ya navdewletî di bihêzkirina aramiyê li herêmên Rojavayê Kurdistanê dikin.

FermandarêHQSD`ê diyar kir, em hêvîdar in ku ev helwest bibin gavên pratîk ji bo bidawîkirina êrişên artêşa Tirk û dîtina çareseriyeke siyasî ya adil ji aloziya Sûriyê û pirsgirêka Kurd re.

زر الذهاب إلى الأعلى