Kurdistan

Li navçeyeke Rihayê ya Bakurê Kurdistanê teqîn çêbû

NAVENDA NÛÇEYAN-Hate ragihandi, ku li navçeya Kaniya Xezalan ser bi parêzgeha Riha ya Bakurê Kurdistanê ve di qatê jêr yê avahiyekê de teqîn çêbû.

Li gor agahiyan, ku di kargeheke li jêrzemîna avahiyeke şeş qatî ya li Taxa Suleyman Şah ya li navçeya Kaniya Xezalan ya Rihayê ya Bakurê Kurdistanê teqînek çêbû. Tê gotin, ku di encamê de, 4 kes birîndar bûne.

Derket holê, ku ji ber teqînê hejmarek cihên kar û mal rastî zeraran hatin.

Li gor agahiyên ku hatine bidestxistin, heta niha nayê zanîn ew teqîn ji ber çi ye û kê kiriye.

زر الذهاب إلى الأعلى